Nujin Önen Tacar
Ziman tenê ji gotin û deng pêk nayê, ziman tovê hebûna miletekî ye. Her netew di destpêkê de bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman pira di navbera dîrok û dema niha de ye, Neteweyên li zimanê xwe xwedî derdikevin li dîrok, çand û hûnera xwe jî xwedî derdikevin. Yek ji tişta ziman zindî dihêle ev e ku, ji aliyê zarokan ve were axaftin û nivîsandin. Dema zarok bi zimanê dayikê mezin nebin ew zimana roj bi roj sal bi sal dikeve bin metirsiya wendabûnê. Li cîhanê li gor daneyên UNESCO’yê 7 hezar ziman tê axaftin, ji van 6 hezar ziman heta dawiya sedsala 21emîn di bin metirsiya wendabûnê de ye. Wendabûna zimanekî wendabûna netewe û dîrokê ye. Li gor Neteweyên Yekbûyî dibêje ‘’Wendabûna pirzimaniyê, bandorê him li jiyana biyolojîk, çandî û him jî bandorê li gelek tiştên din dike.’’
Zimanê kurdî li hember zext û zordestiyê heta niha li ser piya ma ye û hebûna xwe heta niha domandiye, ev zimanê kevnar e, ji bo neteweya kurd ne tenê weke zimanekî her wiha ji bo hemûyan bûye sembola berxwedan û têkoşînê. Ji bo parastina zimanê kurdî û ji bo bigihêje nifşên nû rewşenbîr zana û welatparêzên vî miletî şev û roj xebitîne û ala zimanê kurdî gîhandine heta vê rojê. Yek ji rewşenbîrên me Celadet Elî Bedirxan ji bo doza zimanê kurdî xebatên gelekî girîng pêkaniye. Di dîroka zimanê kurdî de 15 Gulanê taybetmendiya xwe ji vê mijarê distîne, di sala 1932an Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî 15ê Gulanê Kovara Hawarê çap dikin.Ev kovar cara yekem bi tîpên latînî û erebî tê çapkirin, alfebeya kurdî ya ku ji 31 tîpên latînî pêk tê cara yekem di weşangeriya kurdî tê bikaranîn. Kovara Hawarê heta bist û sê hejmaran him bi tîpên erebî him jî bi tîpên latînî tê çapkirin piştî hejmara bîst û çaran tenê bi tîpên latînî tê çapkirin. Kovarê hawarê deriyê nûjenbûna wêje û zimanê kurdî vekiriye.
Mîr Celadet Elî Bedirxan, di yekem hejmara Hawarê de wiha nivîsandiye:
‘’ Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike . Her kesê ko xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ziman şerta heyînê ya pêşîn e. ‘’
Di wan şert û mercên wê demê rewşenbîr û xemxwarên zimanê kurdî ji bo ziman, li hember qedexekirin û zextan biparêzin, kedek mezin dane, tişta ku dikeve para me em jî zimanê xwe bi axaftin, xwendin û nivîsandinê pêşbixin û ala ziman bidin nifşên nû da ku ew biparêzin. Kurd di wan salan de li gel bêderfetbûnê bi pêşeng û dildaran helwestek xurt nîşandane û Celadet Elî Bedirxan û rêhavelên xwe her yek wekî şoreşgerên zimanê kurdî xebitîne. Wexta ku em li dema niha dinerin, helbet ji bo zimanê kurdî gelek xebatên girîng tê kirin, lê heta niha ji bo pêşketina ziman çima di sedsala 21emîn de Celadetekî me yê din derneket divê em li ser vê mijarê hûr bibin? Çima zarokên me bi zimanê dayikê mezin nabe? Dema em hin lêkolînên li ser zimanê kurdî dikin û dinerin, em dibînin ku bi taybetî axaftina ziman ya din nav malbatê roj bi roj kêm dibe. Divê sedema vê yekê yek bi yek bêdiyarkirin û saziyên ziman ji bo guherandina vê rewşê hin planên nû pêkbînin, ji ber ku asîmîlasyona li ser zimanê kurdî hîn jî berdewam dike.
Di sala 1908an de di Rojnameya Arîkarî û Pêşveçûna Kurdan di hejmara sêyemde îsmalî Heqî Babanzade behsa girîngiya perwerdeya ziman dike di wan salan de ji bo ziman wiha dibêje:
‘’Bi kurtî, bingeha ewlehiya neteweyekê perwerde ye; û mifteya perwerdeyê jî ziman e. Deriyên modernîteyê bi vê mifteya ziman vedibin. Ez ji miletê me yê maqîl rica dikim li ser vê xala girîng bifikirin.’’
Mifteya rizgariya miletê kurd di destpêkê de zimanê kurdî ye, divê li her qadê em bi kurdî biaxivin û binivîsînin, divê her malek bibe dibistanên kurdî, dema zarok pirzimanî mezin dibin ev ji bo pêşketina wan jî gelekî girîng e, zarokên wiha di warê perwerdeyê li gor zarokên din pêşketîtir in li gor lêkolînan. Divê armanca her dayik û bavê kurd ev be ku di destpêkê de bi zimanê dayikê zarokên xwe mezin bikin piştre li kîjan welatî dijî tirkî, îngîlîzî almanî bi hêsanî dê hîn bibin, zarok ji aliyê hînbûna zimanan li gor mezinan jîrtir in.
Li gor hin daneyên UNESCO yên din %40 nifûsa dinyayê bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nabîne. Ji ber zext û polîtîkayên dewletan bi milyonan kes ji vî mafî bêpar dimîne dema em li daneyên yekzimanî û pirzimaniyê dinerin, pêkan e ku li welatekî bi sedan ziman bêaxaftin, wek mînak li Papua Gîne ya Nû 850î, Nîjerya 427, Kamerûn 270ê, Zaîre 210, li giravên Solomonê 66, Avusturalya 250, Hîndîstanê 380, û li Endonezya jî 670ê zimanên guhertî tên axaftin. Pirzimanî ji bo welatan dewlemendiyek e lê em dibînin li welatên weke Tirkiye zimanê kurdî bi salan qedexe bû û tenê ji bo axaftina zimanê kurdî bi hezaran kes di girtîgehan de man e.
Ji ber vê yek zimanî li hember pêşketina ziman, çand, hûner û zanistê digre, divê polîtîkayên ziman yê welatên yekzimaniyê diparêze bêguhertin û perwerdeya zimanê dayikê bê vekirin û derfet bêdayîn.
Ev roja dîrokî 15 Gulanê Cejna Zimanê kurdî li me hemûyan pîroz be bi vê helkeftê ez rewşenbîr û şoreşgerê zimanê kurdî Mîr Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî jî bibîrtînim bi hêviya ku xebatên di warê zimanê kurdî xurttir bibe.
15/05/2023