Şêrko Janzêm
Mardîn Îbrahîm, di sala 1974an de li Silêmanîyê ji dayik bûye. Îbrahîm, nivîskarekî piralî ye. Îbrahîm bi helbestê dest bi nivîsînê kirîye. Li Başûr nivîskarekî navdar e, em jî bi saya weşanxaneya Peywendê û wergêrê berhemê Eyûp Subaşi bi wî hisîyan. Ligor daneyên li ser malperên înternetê berhemeke wî ya helbestan-Tu Meçe Şerî- û sê romanên wî –Xewna Mêrikên Îranî, Ketina Boreqelayê Di Çîrokeke Kevn De û Mirina Meymûn- hatine çapkirin. Ji bilî van berheman wergêranên wî jî hene.
Di destpêkê de rewşeke seyr heye kurekî derûnnas di rojekê de dewlemend dibe, jê re qerta yanesîbê derdikeve û dewlemend dibe. Di vê beşa destpêkê de nivîskar li ser rewşa vî kurikî sekinîye û mirov di mereqê de dimîne, gelo çi têkîlî di navbera kurekî ji Îngilîstanê û hin mêrikên Îranî de heye. Ta ku ev kurik bi wî pereyî ji xwe re cîhekî ji bo nexweşên ji hêla derûnî ve pêdîwîya wan bi alîkarîyê heye vedike û keçeke ciwan ya binavê Ofîlya tê dibe nexweşa wî. Her tişt bi nivîsîna romana ku Ofîlya nivîsîye dest pê dike. Ofîlya, ji ber kuştina bavê xwe trawma derbas dike û lal dimîne û ji ber derûnîya wê her ku diçe xerabtir dibe dîya wê, wê tîne vê navendê. Grîzgaha romanê bi vî şiklî dest pê dike. Piştî ku Ofîlya romanê dinivîse dide lawikê derûnnas û ew ji me re dixwîne, çêjeke wisa dide mirov ku mirov jibîr dike ku niha ew lawik vê romanê li odeya xwe dixwîne.
Di vê beşê de nivîskar wekî ku ecele kiribe gelek mijar û çîrok di carekê de daye, kurtejîyana lawikê derûnnas, rewşa dê û bav û zirbavê wî bi devê derûnnasekî vedibêje jiber vê hin rewşên derûnî jî ji me re vedibêje. Di vê beşê de vegêr kesê yekem e. Piştî beşa yekem vegêrê çîrokê dibe kesê sêyem ku em dizanin ku ew kes Ofîlya ye. Çîrok me dibe sala 1692yan û em daxilî sohbeta Ehmedê Xanî û bavê wî Şêx Elyas dibin ku bahsa komekê dikin ku li seranserê erdnîgarîya împaratorîya Osmanî li destnivîsarên bi qîmet digerin û wan dişewitînin. Şêx Elyas ji Ehmedê Xanî dixwaze ku baldar be û nusxeyên destnivîsara xwe zêde bike. Xanî du nusxeyan zêde dike tevlî ya orîjînal dibe sê nusxe, yekê dişîne Rihayê, cem melayekî ku mêrê dotmama wî ye, yekê jî dişîne Bedlîsê cem hevalekî xwe û ya orîjînal jî li ba xwe dihêle û wê vedişêre. Lê di maweya 13 salan de her sê destnivîsar ji hêla koma Xençerên Nîvêşevan ve tên dizîn. Lê piştî dizîna nusxeya sêyem rewş diguhere. Vê komê bi dehan destnivîsar dizine û şewitandine. Rewşa seyr ev e ku piştî destnivîsara sêyem ya li gel Xanî ye didizin, piştî dizînê serokê wê tîmê Şewket, xeberê dişîne Stembolê ji Qere Mistefa re, destnivîsarê dibe Meletîyê û dest bixwendina wê dike Mem û Zîn bandoreke mezin li Şewket dike û piştî vegera birayê xwe ji Stembolê biryara xelaskirina destnivîsara Mem û Zînê dide û ew û birayên xwe berê xwe didin nav sînorên împaratorîya Sefawîyan û hetta ku dimire li wir dimînin lê berî ku bimire xewnekê dibîne û wesîyetê li zarok û nevîyên xwe dike dibêje, ew ê rojekê yek derkeve û bê vê destnivîsarê xelas bike divê hûn bidine wî. Di vê beşê de dem demeke dîrokî ye, em xwe di sedsala hivdehem de dibînin. Nivîskar panaromaya dîroka Îranê radixe ber çavên me. Ziman zimanê wê serdemê ye, rewş û tevgerên karekteran jî ji roja me dûr in. Sedema ku Şewket destnivîsar neşandîye Stembolê ne hesteke netewî ye, ji ber ku rewşa Mem dişibe jiyana wî, ji ber vê destnivîsarê nade şewitandin.
Beşa duyem me dibe Îngîlîzîstanê Ofîlya di vê beşê de bahsa kuştina bavê xwe dike. Kuştina bavê wê tesîreke mezin li Ofîlyayê dike û bi wê trawmayê lal dibe. Ew ê ev keça ciwan hatta dawîyê bi vê trawmayê re bijî ew ê hin caran rewşa wê baş bibe û hin caran ew ê rewş xerabtir bibe di beşên pêşîya me de em ê vê yekê zelaltir bikin. Piştî definkirina bavê Ofîya Hîlbert, Xanîyê mêrê metka Ofîlya û keşeyê ciwan dibine dost, Xanî jê re bahsa edebîyatê dike û helbestên Ferîdudûnê Etar, Mewlana, Hafiz û Se’dîyê Şîrazî dixwîne, ev yek bala Ofîlyayê pir dikêşe. Ofîlya divê beşê de ji bo ku xwîneran şîyar bihêle van tiştan dibêje; “Ez niha li wê binkeya qaşo ji bo nehiştina depresyona kesên wek min hatine avakirin, vê çîrokê dinivîsim. Mebesta min ji nivîsîna vê çîrokê ew e ku di bingehê de dixwazim behsa Mîlyas ji we re bikim, behsa tekane kurê meta min Rêbîka û Xanîyê mêrê wê…”(31). Di vê paragrafê de çarçoveyekê jî ji me re çêdike bê ew ê bahsa çi bike. Piştî mirina bavê Ofîlya, Mîlyas ji zankoyê vedigere. Mîlyas ji malbata xwe re bahsa xewna xwe ya ku berî mirina xalê xwe bi çend rojan dîtibû dike, dibêje: min di xew de dît ku heloyekî bi çar perîkan ku di her perîkekî wî de zilamek hebû, bi perîkên çaran jî xalê min direvand. Dibêje ku ez li bendî mirina xalê xwe bûm. Di vê romanê de metafora xewnê hatîye bikaranîn, herwiha ji bo dîtina destnivîsarê jî xewn hatibû bikaranîn û Mîlyas mirina xalê xwe jî dibîne ku ev xewn di dawîya romanê de bêtir zelal dibe û ew sê zilamên din jî bi Mîlyas nas tên. Ofîlya dema ku diçe dikana bavê xwe û wî dinav xwînê de dibîne wê kelîyê dişibîne tabloya Endriye Montêgna ya Îsayê Mirî. Di romanê de şibandinên bi vî rengî hene. Em dikarin vê yekê bi xeyala nivîskar re girê bidin.
Roman heta vê beşê bi awayekî klasik hatîye vegotin zêde kelecanê nade xwîneran lê di beşên din de kelecan zêde dibe. Ji vir şûndetir her karekter çîroka xwe vedibêjin û her çîrok bi devê kesê yekem tê vegotin. Sernav li beşan hatîne kirin û beş bi navê karekteran tê binav kirin carinan hîsa ku gelo çîrok ji hev cuda ne dide xwîner lê di perspektîfa giştî de çîrok bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku nivîskar çîroka giştî dernexistîye pêş li ser bûyerên kesan û karekteran vegotîye mirov dikare bibeje ku terza romanê terzeke postmodern e. Em bên ser çîrokên karekterên xwe, da ku em wan baş nas bikin û wêneyê giştî yê romanê jî bi bînin.
Las Çîroka xwe dibêje, di vê beşê de karekterekî nû derdikeve hemberî me. Las aşiq û şaîrekî ciwan e. Las ji çar mehîya xwe ve bê dê û bav dimîne û li ba jinebîyekê mezin dibe. Em di berdewamîya çîrokê de hîn dibin ku Xanî bavê Las e, dîya wî ji hêla çeteyên alîgirên rejîmê ve tê girtin û ji wê rojê ve ye wenda bûye. Las, jiber ku li bajarekî bi navê Erbaîloyê Kurdistanê hatîye dinê û li wir mezin bûye. Em ji taybetîyên ku nivîskar dane, tê digihêjin ku ev bajar Hewlêr (Erbîl) e. Las her çiqas ku wek karekterekî ji rêzê xuya be jî ew di eslê xwe de ne karekterekî ji rêzê ye. Hin taybetîyên wî yên din hene ku em dikarin bibêjin ew karakterekî bijarte ye. Çimkî yê ku wê destnivîsarê bi dest bixe ew bixwe ye.
Îlya çîroka xwe dibêje, Îlya zarokekî bê dê û bav e. Li yetîmxaneyê mezin dibe û malbateke Misilmanên Elbanî wî mezin dikin. Dibe mamoste ew û hevalê xwe Îşmaîlov ê misilman li gundekî Saraova ya Bosna Hersekê mamostetîyê dikin. Dema şerê Sirb û Bosnayîyan derdikeve jîyana Misilmanên li wê derê, dikeve xetereyê. Rojekê çeteyên Sirb ku navê Tifingê Reş li xwe kiribûn çar xwendekarên wan ê ji gundekî din dihatin gundê wan dikujin û piştî vê bûyerê êdî jiyana Misilmanan bêtir dikeve xetereyê. Rojekê digirin ser gundê wan, Îlya û Îşmaîlov neçar dimînin ji gund direvin, lê dikevine kemînê û tên girtin. Herdu di eşkenceyeke mezin de derbas dibin jiber ku Îlya nesinnetkirî bû wî nakujin lê organê cinsî yê Îşmaîlov jê dikin. Îlya jî davêjine nexweşxaneyekê. Paşê Îlya bi rêya keçekê ku li wê nexweşxaneyê de dixebitî ji wî welatî direve. Li Ewrûpayê ew û Las hev nas dikin û dibin heval.
Di vê çîrokê de jî em rastî trajedîya gelên kêmar tên. Di vê beşê de jî kuştina zarok û mirovên bêguneh derdikeve pêşberî me. Wek ku nivîskar dixwaze bêje rewşa gelek neteweyan mîna ya Kurdan e. Çimkî em ê di beşên pêşîyê de vê yekê jî bibinin ku tu ferqa Xençerên Nîvêşevan ji Tifingên Reş û ji wan çeteyên bênav ku li seranserê Kurdistanê belav bibûn û ji rejîma BAASê re ji bo pereyan nêçîra mirovên bêgûneh dikirin, tune bû. Kodên hevpar yên civakan hatîye dayîn bi vêçirokê ve, yan na ku ev çîrok tune bûna jî ji romanê tiştekî zêde kêm nedibû.
Ofîlya di beşa Ez û Mîlyas de behsa çîroka navlêkirina wan dike ku bavê wê û dîya Mîlyas di ciwanîya xwe de diçine pêşengehekê li wir tabloya Con Îvrêt Mîlyas ya binavê Ofîlya dibînin û navê wênesaz û tabloyê li zarokên xwe dikin. Di vê tabloyê de sahneya di nav avê de fetisîn heye ev yek bi mirina Milyas ve tê girêdan wek ku nivîskar xwestîye di serî de hin tiştan bide xwîner. Ofîlya mirina bavê xwe jî şibandibû tabloya Îsayê Mirî, ev yek dewlemendîyekê dide romanê ku referansê ji cureyên din yên hunerê digire. Denkehenar, evîndara Las e. Ji ber ku ew û dîya xwe tene bûn pismamên wê yên ku hêzeke reş bûn têkilîya wê û Las dikin bahane lê di rastîyê de ji ber mal û milken bavê wê, wê dikujin. Di vir de rewşeke sosyolojîk û rastîyeke civakê heye, hin caran mêr hevûdu dikujin ji bo mal û milkê wan ên hevpar û hin caran jî jin tên kuştin lê di vê kuştinê de qalibê namûsê hatiye bikaranin û ji bo malê dinyayê keçeke ciwan tê kuştin. Em ê piştre bibînin ku pismamên wê alîgirên wan çeteyên ku girêdayîyê rejîmê ne. Tilîya wan di gelek bûyeran de heye; yên ku digirin ser mala Xanî û Mêrikên Îranî dikujin jî ew in. Dîsa yên ku dîya Las direvînin û wenda dikin jî ew in û yên ku wê Las bikujin jî ew in. Ew rastîyên vê civakê ne ku di her demê de derketine holê. Nivîskar bi devê wan vê yekê tîne ziman: “Dema kuajaweya sala 1991an jî rûda min û desteya min me digot eger li ser vê rabirdûya me ku hebû em neyên dadgehkirin û neyên sêdarekirin, hingê divê em xebateke din peyda bikin, herçend me kasibîyek jî nedizanî. Lê berevajî çaverêyên me û bi xweşhalî sala nodî jî bazara me gelek baş bû. ew xelkê bêmejî wekî ku sêhr li wan hatibe kirin, her di bîrawan de nema ku me wextekî ew nêçir dikirin, vê yekê jî îşê me asantir kir. Dîyar e em jî kêmaqil nebûn, ji ber wê kîjan hizbê pere baştir bidaya, me nêçîra zêdetir ji wê re dikir”(94). Di van gotinan de em rexnedayînekê dibînin û ji rexnedayînê wêdetir mudaxeleya nivîskar ya li ser karekteran dibînin. Wek ku bixwe mikurhatinê dixwaze gunehê wan sivik bike.
Xanî Niştimanê Xwe Hizir Dike, ev beş bahsa şerê kendavê dike. Xanî kêfxweş dibe ji ber ku destkeftîyên Kurdan dê çebibe. Hin deman nikare wê hezkirina xwe ya li miqabilî şer veşêre ev yek jî dike ku Hîrbert ecêbmayî bibe dema ku Hîrbert jê dipirse bê ji bo çi kêfa wî ji şer re tê, vê bersivê dide: “Hîrbertê ezîz! Li wê derê tiştek nemaye ku wêran nebûbe, li wir herder wêrane ye, herkes berî ku ji dayîk bibe mirîye. Wir goristaneke gewre ye, jê gerek dibe ku di nav dûkel û mij û morana wê cengê de derfetek ji bo mirîyan hilkeve da ku zindî bibin”(64). Ev bersiveke wisa ye ku dê rojavayîyek qet nikaribe jê fêm bike. Ji ber ku encax yekî ku di nav şer û pevçûna Rojhilata Navîn de mezin bûbe fahm bike. Xanî jî yek ji wan kesan e ku para xwe ji van trejedîyên Rojhilata Navin girtîye. Dema Xanî pêşmergetî dikir; rojekê du serbazên bêçek û dîl ji alîyên hin pêşmergeyan ve tên kuştin, ev yek jî dike ku Xanî dev ji pêşmergetîyê berde û derkeve derveyî welêt. Li vir rexneyekê li pêşmergeyan dike û ji bo kuştina du serbazên dîl wiha dibêje: “Erê birastî çawan li rûyê me dihat ku em xwe babidin û bibêjin li dijî zordarîyê em xebatê dikin? Baş e gelo me rast dikir ku me li dijî nedadîyê çek hilgirtibû? Erê birastî me çawa dikarî em bibêjin em li dijî zordarîyê xebatê dikin”(83).
Las û Xusrew Hev Dibînin, Xusrewê stêrnas ji Las re bahsa destnivîsarê dike û jê re dibêje ew destnivîsar bi qedera te ve hatîye girêdan divê tu wê destnivîsarê xelas bikî. Jê re bahsa Xewna Mêrikên Îranî dike ku ji Meşhedê ji bo xewna xwe ji dê û bavê wî re bibêjin çûne bajarê Erbaîloyê û ji wir venegerîyane. Las pêşî bawer nake lê tiştên dibêje hemî rast derdikevin ji ber wê Las jî dikeve nav lêgerînekê. Las ji bo rastîyê hîn bibe diçe Ewrûpayê di rê de Îlyayê dibîne bihev re dibin dost. Di çûna Las a Ewrûpayê de rexne li rewşa penaberan tê kirin: “em ji xake kê revîyan ku dinyayek xwîn li pênaw rizgarkirinê rijiyabû. Me deryayeke xwînê ji bo wê çandê ne bexşî ku em tif li niştiman bikin û di nav park û rawestgehên şîmendeferên welatên dûr de wek nefretlêkirî ramedin”(84). Las li Ewrûpayê diçe cem Xanî û li wir hîn dibe ku Xanî bavê wî ye. Xanî jê re meselaya Mêrikên Îranî dibêje û Las vedigere welêt. Piştî vegerê dikeve dû destnivîsarê dîsa diçe Meşhedê cem Xusrew, bi saya Xusrew destnivîsarê rizgar dike, destnivîsar Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Wê roja ku destnivîsarê ji nevîyê Şewket distînin Xusrew jê re hemî dixwîne. Las vedigere Erbaîloyê û li wir çeteyên rejîmê dîsa dikevin pey wî, vê carê pere ji Enqerê girtine ji bo ku destnivîsarê ji Las bistînin lê dema ku Las direve bera wî didin û wî birîndar dikin. Las jî destnivîsarê dide nasekî xwe yê yextîyar. Piştî ku milyas deftera bavê xwe ya ku ji bo ku piştî mirina wî keşeyê ciwan bide wî dabû keşe dixwîne hîn dibe ku Las birayê wî ye û hay ji destnivîsarê jî dibe û ew jî dikeve dû destnivîsarê, diçe wê tîne Ewrûpayê û li wir çap dike û belav dike.
Rojekê Mîlyas û Ofîlya di nava bajêr de digerin keçeke piçûk dikeve çem û tê ku bifetise Mîlyas ji bo wê xelas bike xwe davêje çem û ew jî difetise. Ev yek tabloya ku Mîlyas û Ofîlyayê navê xwe jê girtibûn tîne bîra xwîner. Piştî fetisîna Mîlyasê di romanê de realîzma efsûnî derdikeve hemberî me, çimkî Las bi sedan masîyan re dikeve rêyekê û ber bi kurahîya behrê ve diçe. Di kûrahîya behrê de keştîyekê dibîne ku gelek kesên nas di wê keştîyê de nin; bavê wî, xalê wî, Îşmaîlov, Las, Mêrikên Îranî, çar xwendekarên zarok yên Îlya û Îşmaîlov, ew keça ku ji bo wê xelas bike xwe avêtibû çem. Karekterên ku di romanê de miribûn hemîyan dibîne lê Ehmedê Xanî û ew kesên ku di beşa pêşî de miribûn nabîne. Em vê yekê dikarin bi dema romanê ve girêbidin ji berku ew dem dema dirokî ya romanê ye ji ber wê jî nivîskara romanê Ofîlya dibe ku têkIlî di navbera Ehmedê Xanî û Mîlyas de dananîbe ku ew jî li wê keştîyê siwar nekiribe. Lê em dizanin ku têkilîyeke xurt dinavbera karekteran hemîyan de heye ji ber ku rêya hemî karekteran li cîhekî li Mîlyasê karekterê sereke ketîye û yê ku karê Las ê nîvcomayî tîne serî jî Mîlyas e. Xaleke din jî navê bavê wî jî Xanî ye, ev ne tesadufeke, nivîskar ev yek bi zanebûn kirîye wek ku bixwaze peyama hebûna Xanîyên nûjen bide me çimkî Xanî karekterekî bihêz e. Li welêt gelek tişt kirine û ji neçarî dev ji welatê xwe berdaye hatîye Ewrûpayê jî û li wir lawê xwe li gorî çanda xwe jî mezin kirîye em dizanin ku Mîlyas pir xweş bi Kurmancî jî dizane. Ev yek jî ji hestên neteweyî tê ku em dizanin bavê kanona netewî ya Kurdan jî Ehmedê Xanî ye.
Şîrove û analîzên giştî yên ku em li ser vê romanê bikin ev in: Roman ji hêla karekteran ve pirrengî ye, karekter gelek bûn, li hin cîyan mirov tênagihê bê ka ew ê çawa peywendîya karekteran bihev bê dayîn. Di gel vê yekê jî karekter serkeftî ne, her karekter li gorî rewş û dema xwe an jî sedsala xwe hatîye bijartin. Li gor taybetmendîyên wan deman e, karekter bijartî ne. Rûdan, ji çîrokan pêk tê, jixwe me li jor yek bi yek behs kiribû lê bi giştî mirov dikare vê yekê bibêje: Honaka romanê serkeftî ye, girêdana rûdanan û karekteran bi awayekî hostayî hatîye kirin, ev jî serkeftina nivîskar e. Em vê hostatîyê di romana wî ya binavê Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de jî dibînin.
Dem, di romanê de demên cûda hene, dema çîrokê cûda ye. Lê ji ber ku vebêjer kesê yekem e, mirov dibêje qey dema çîrokê û dema gotarê yek e. Em dizanin ku çîrok di gelek deman de derbas dibe. Di destpêka romanê de dema gotarê û ya çîrokê yek e. Lê di beşa yekem de dema behsa Ehmedê Xanî dike em diçin sala 1692yan û dîsa em vedigerin demeke nêzîk dema kuştina Mêrikên Îranî, dema zaroktîya Mîlyas û Ofîlya cûda ye, dema xelas kirin û çapkirina destnivîsara Mem û Zînê jî cuda ye û di dawîyê de em diçin demeke nenas ji ber ku Mîlyas dimire û edî dem bêwate dibe lê li ser avê dem derbas dibe rewşa Ofîlya nebaş dibe û diçe binkeya ji bo nexweşên depresyonê li wir dem demeke nêzîk e êdî.
Mekan; mekanê bûyerê û mekanê gotarê ji hev cûda ye. Mekanê bûyerê tê guhertin; car caran Kurdistan e, car caran Îran e, car caran Bosna ye û Ewrûpa (bi piranî Îngilîstan) ye. Mekanê gotarê jî odeyek ji odeyên wê binkeya ku ji bo nexweşên derûnîya wan xerab hatibû avakirin e. Em vê mekanê gotarê di romana Îbrahîm ya binavê Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de jî dibînin ku mekanê gotara wê jî hucreyeke mizgeftê ye.
Ziman; zimanekî herêkbar e. Ji ber ku berhem ji Soranî hatîye wergerandin gelek peyvên Soranî tê de hene, ev yek çêjeke xweş dide berhemê mirov tahma uslûba berhemê ya eslî distîne. Wek ku tê zanîn Mardîn Îbrahîm, helbestan jî dinivîse ji ber vê di hin cîyên berhemê de ev zimanê nivîskar ê helbestî xwe dide hîs kirin. Ev çêj û tehma berhemê, hinekî jî bi serkeftina wergêr ve girêdayî ye ku zimanê eslî parastîye.
ÇAVKANÎ:
HAWTHORN, J. (2014). “Roman Analizi” (Birinci Baskı). (Ufuk Köse, Özge Gümüş, Özcan Bayrak. Çev.). İstanbul. Kesit Yayınları
http://blog.kovarazarema.com/niviskareki-nu-ji-basure-kurdistane-mardin-ibrahim/ 13.06.2021
ÎBRAHÎM, M. (2018). “Ketina Boreqelayê di Çîrokeke Kevn de” (Çapa Yekem). (Eyip Subaşi, Wer. Ji Soranî). Stenbol: Weşanên Peywend
ÎBRAHÎM, M. (2018). “Xewna Mêrikên Îranî” (Çapa Yekem). (Eyip Subaşi, Wer. Ji Soranî). Stenbol: Weşanên Peywend