Katrîn Şîkdam

Dewlet dibe berî avakirina neteweyê, hebûna xwe nîşan bide, her çiqas ku eva jî paradoks û dijberiyek mezin e û weke ku em dizanin her du metodên baskirî, weke hev reftar pêre tê kirin û mifah jê tê standin. Lê dibe em bizanin ku ev du şêwaz, wateya wan pir ji hev cuda ye; her çiqas ku pêwendiyek nizîk jî di navbera wan de heye.

Katrîn Şîkdam

Em nikarin dewletek siyasî a bihêz ava bikin, meger eva ku li pêşde kadrek elimandî li holê de be û ev kadre jî, nasiyariyek têr û tejî derheq binema û bingehên dewletê hebin. Ger zarok her ji zarokatiyê ve nehên elimandin ku bibe komarîxwaz yan paşatîxwaz, yan bibe katolîk an azadhizir, dewlet nikare neteweyê ava bike û li ser bingehek sist û lawaz ava dibe û li hember reşebayê alozî û guhertinê de lawaz dibe û dikeve.

Li demekê de ku zaraweya netewesaziyê wateya cuda ji bo kesên cuda hebe û li gor tiştên berçav û hizrên siyasî a cuda ve nikarin li benda wateyek taqane bin. Wateya bingehîn li dewra wateya hewşêweyî a civakî di nava çarçoveya tixûbên herêmek diyarîkirî de dizivire. Li halekê de ku dewletsazî nabe pêwendî bi rejîmek taybet ve nebe. Ger bixwaze serkevtî bibe, hewce ye serbixweyî di hakimiyetê de hebe. Herçiqas ku dibe were berçavgirtin ku pêvajoya yekparçesaziya civakî dikare bi givaşan ve birêve biçe û li warê teorî ve dikare realîteyek taybet bisepîne. Serbarê wê jî avakirina dewletê ji riya tiştên hevpar bi şêweyek baştir pêşde biçe û civak ji bo destevanîna pêşeroja bikom, hewce ye hevdeng û hevgirtî bin.

Di vekolîna ‘’Albêrt Alsîna’’ û ‘’Bêryonî Rays’’ li zanîngeha ‘’Harward’’ de weha hatiye nivîsîn: ‘’Netewe demekê hevgirtî dimînin ku şaromend buha, xwast û pêwendiyên xwe çalak û veger bixin. Bi vî awayî, em dikarin yekparçeyî û girêdayîbûnê ji riya perwerde û elimandinê, ji riya hînkirina zimanê hevbeş û lidarxistina pirojeya bingehîn ji bo hêsankarî û kêmkirina derdê seferê ava bikin. Herwek dikare ew kar bi kiryarên hovane weke asteng afirandin bo kultora herêman û nemaze jînosayd jî birêve biçe û bigihîje encamê’’.

Ceribîna endazyariya civakî a rêkxistina terorîstî ya ‘’Daiş’’ê bi nimûneyek berbiçav a jînosaydê tê hesibandin. Heya qasekê ku rêkxistina han bi armanca xwast û dîtingeha xwe li dor hikûmeta cîhada îslamî a radîkal ji bo sepandina zorê di çarçoveya anînerojeva sîstema damezraw li ser riya rastiya mesebî a xwe, gav avêtine; li encam de hînkirina civakê li gor wê ku weke wateyekê di mejiyê wan de bû û herweha li gor rê û cihên pesendkirî ji aliyê vê rêkxistinê û herweha bi jiholêrakirina rastiyên din ên civakî, siyasî û mesebî ji bo gihîştin bi armanca reha ya xwe, ji bo destbiserde girtina bi ser civakan de kar kir; vir de wateya ‘’Cehadxwaziyê’’ dibe weke tekfîr were liberçavgirtin ku wateyek taybetî a ‘’Selefî’’û ‘’Wehabiyan’’e.

Peyva ‘’tekfîr’’ li zimanê Erebî de ji peyva ‘’Kufrê’’ hatiye wergirtin û îşare bi her terze îdeolojiyekê dike ku li ser bingeha dijberî û opozîsyonbûnê ava bûye û kesên wusa hêjayî kuştinê ne. Tekfîrîzmê eve daye selimandin ku weke çekek kavilker, ji bo hevşêwekirina bi zorî a civakê kar dike. Hizra han van civakên ku li ser bingeha netewe û baweriyên mesebî ava bûye, dike armanc û dest bi kuştina wan dike. Êş û azarên Êzîdiyan di sala 2014’an de, wê dema ku dehan hezar kes ji jin û mêr û zarokên wan hatin neçarkirin ku ji tirsa zulm û tepeseriya Daişê rû ji çiyayan bikin, nimûneyek berbiçav ji kiryarên tekfîrîzmê ye li dema bidestvegirtina desthilatê.

Dema ku em mêzeyî netewesaziyê dikin, tenê li warê siyasî û damezraweyî ve ji me re eşkere dibe ku ew mijare bi qasek zaf tevî pêvajoya nûkirina hikûmetên sist û lerzok, weke parek ji têgihîştin û hizra netewî tê dîtin. Hizra cihê berbas a vira jî, destekdayîna hikûmetên lerzok e derheq xurtkirina karên bingehîn ên dewlet, civaka medenî, kar û barên çareserkirina pirsgirêkan, xurtbûna stratejîk û avakirina aboriya berfireh. Ev arasteya modernîstî binemayên hizra Erestû ret dike ku di peyama xwe de aniye ziman. Ew tekezî li ser wê dike ku: ‘’Siyaset weke birêvebirina karûbarên dewleta netewî, pêk nahê ji hevşêwetiya takekes li gel gurûpan û herweha gurûpekê li gel gurûpek din ji bo destvegirtina desthilatê. Belkî alavek e ji bo encamdana ew kiryarên siyasî’’.  Kiryarên weke ragirtina tekûzî û aramiyê bi bêy bezandina sînorên azadiya takekesî. Lewre li gor baweriyên Erestû; civak pêk tê ji dabînkirin û bexteweriya malbatê. Civak, malbatan di gihîştin bi jiyanek armanî û xwebijîv li dewra hev dicivîne.

Ger em li ser normên hevpar ên pêwendîdar bi surûşta netewesaziyê vekolin, dibe li pênaseya bilez a civakî û siyasî de, ji vê wateyê bigerin. Ger guhertina rejîmê, pênaseyek şoreşvanî be, eve netewesazî mijarek ber bi guhertinê ye. Eve jî tiştek e ku zaf ji karnasan li ser hevdeng in. Netewesazî di pileya yekem de, pêvajoyek civakî ye ku em nikarin xwe jê bidin alî û dibe ev mijare li navxwe de were xurtkirin. Lê ev mijarên li derve tekezî li ser tê kirin û tê raspartin, dibine sedema têkçûn û alozbûna pêkhatina amadeyiya civakî û siyasî û aborî, û alozî li pey tê. Wate hewcehiya navxweyî a hewce û raspardeya derekî metirsî li ser e û dibe mijara han bi hestiyarî ve hizir lê bihê kirin.

Dewlet dibe berî avakirina neteweyê dive hebe, her çiqas ku eva paradoks û dijberiyek mezin e û weke ku em dizanin her du metodên baskirî, weke hev reftar pêre tê kirin û mifah jê tê standin. Lê dibe em bizanin ku ev du şêwaz, wateya wan pir ji hev cuda ye; her çiqas ku pêwendiyek nizîk jî li navbera wan de heye.

Guherîn û hebûna hikûmetên walîtî ên Îtalyayê bi neteweyekê, yan ji hev nizîkbûna ziman û gurûpên kultûrî ên Firansayê ji bo avakirina hikûmetek Firansî çend sedsalan vekêşa, lê eve ji ber encama rêberiya siyasî û avakirina pêşerojê ji bo damezraweyên hevbeş nebû, belkî sedemên zaf ên teknîkî û herweha pêşketên aborî li vê derheqê de girîng bûn û cihwar li ser vê proseyê danî. Lewre piştre du şoreşên çandinî û pîşesaziyê bi awayekî berçav li pêkhatina neteweya Firansî de alîkar bûn.  

Heta eger li pêvajoya berevaniyê de, bi mijareke wek nasnameya netewî berbirû bibin, dibe bizanin ku mijara han divê li warê geşeya civakê de pênase bikin. Di vê rêbazê de jî, bêguman şiyanên aborî, pêwendî, kultor, hîndekarî û zaf mijarên din weke kilîl û keresteyên sereke ne û nabe çavpoşî ji wan were kirin. ‘’Îstîmatîw Koîn’’ Serokê Yekîtiya Netewî yê Neteweyên Yekgirtî; îşare bi pilana geşeya aborî a ‘’Harward, Hind û Amerîka’’yê kiriye ku di sala 2001’an de ji aliyê zanîngeha dewleta ‘’Kinêdî’’ û li zanîngeha Harwardê berhev kiriye. Ev nivîskare pêşniyazekê bona vegerxistina pirojeyê derxistiye holê ku merema wî avakirina modelek aboriyê bû ku netewesaziyê bi awayê jêrîn pênase dike: ‘’Eyankirina bingehên hewce ên avakirina damezraweyan ji bo neteweyên sawa, bi armanca zêdekirina şiyan û potansiyela wan û herweha bo sepandina zêdetir a xwast û îradeya wan, bi awayeke karîger li biyavên aborî û civakî û kultorî ên xwe de’’

Vekolîna han çar makeyên sereke ên modela netewesaziyê bi awayê jêrîn radixe ber çavan:

Yekem: Otonomiya rastîn (Di vê beşê de, netewe yekem biryarên xwe li dor destveanîna çavkaniyê û bikaranîna aboriyan, dabînkirina darayî a pirojeyan û stratejiya geşekirinê dadirêjin)

Duyem: Avakirina binke û binyatên hikûmî ên ektîv û bibandor (Ev beşe pêk tê ji, berçavgirtina wan mekanîzm û rêkarên ne-siyasî ji bo verevandina pirsgirêkan û berbirûbûna bi gendeliyê re)

Sêyem: Hevterîbiya kultorî (Rewatîdan bi binyatên neteweyên sawa li ber çavê şaromend û hevwelatiyan)

Çarem: Hewcehiya rênimayî û pilana stratejîk (hebûna pilana demdirêj ji bo neteweyê)

Lê ‘’Albêrt Alsîna’’ û ‘’Bîryonî Rayş’’ li gotara vekolînî a xwe de, li ser vê bingehê axivîne ku ‘’yek ji van sedemên ku weke pirsgirêk û dijwariyên dewleta sawa tê baskirin û bi dewleta şikestî dinasînin, vedigere bo parçekirina hin neteweyan bi destê kiloniyalîzmê.  Ew netewe pêştir li nav sîstema kloniyalîzmê de heliyabûn. Herweha behsa han wan neteweyan jî vedigre ku pêştir ji hev cuda bûne û niha bûne bi hevwelatiyên welatek nû û xwe bi hevnasname (hevşonas) nizanin û di vê baweriyê de ne ku pala xwe bi nasname û şonasek cuda ve dane. Bi taybet ev babete li Afrîqa û Rojhilata Navîn de rast e.

Sînorên siyasî ên nûavabûyî, bi bêy girîngîdan bi nasnameya neteweyî ava bûne. Lê di Ewropayê de, netewesazî li warê dîrokî de berî dewletsaziyê hatiye rojevê. Eve jî di demekê de ye ku li welatên post kiloniyalîstî de, ezmûn û ceribînek tam berevaj tê dîtin û derdikeve ku encamên kloniyalîzmê hewcehî bi netewesaziyê hebûn. ‘’Wate ger em bi puxte û kakila vê gotarê de biçin, dibe were gotin ku sînorên destçêkirî wusa kirine ku neteweyek, ku ji du yan çend eniyên sînorekê ve hêdî hêdî ji hev dûr bikeve û her yek ji wan jê ve bin ku şonas û nasnameya taybet bi xwe hene. Eve jî li gel xala destpêkîn a gotarê hev nagire, ji ber ku mercek sereke ji bo neteweyê; vedîtina hevşêweyî û hevrengiyê bû nek paldan bi şonasek cuda ve.   

KURDŞOP
878 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!