1 |
Zadîn |
Mirovê pîr û kamil. Jîr û dunyadîtî (Jineke zadîn û kamil). |
2 |
Zagros |
Zagros an çiyayên Zagrosê, navê rêzeçiyayê ku ji herêma Wanê - Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê re derbas dibe. Ji bakûr ve di destpêkê de di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî kendavê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya çiyayên Zagrosê 1500 km ye. Di rêzeçîyayê Zagrosê de gelek çiya hene. |
3 |
Zana |
Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend. |
4 |
Zanist |
Îlm. Zanyarî. Zanîn. Şarezayî. |
5 |
Zanyar |
Zana. Dana. `Alim. |
6 |
Zapan |
Çiqên çem û rûbaran. Kevirên hilû û nazik ku zarok pê dilîzin. |
7 |
Zaro |
Zarok. Mindal. |
8 |
Zaxo |
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye. |
9 |
Zaza |
Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. |
10 |
Zêbar |
Herêmek e li Başûrê Kurdistanê. Herêma ku qeraxa avê be. Navê hozekê ye ku di navbera Akrê û Zêyê Mezin de dijîn li Başûrê Kurdistanê. |