1 |
Tajdîn |
Tacedîn. Taca dîn. Cihê şanaziya dîn. Heftemîn paşayê Etabekên Loristana Piçûk e. |
2 |
Tanas |
Navê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku navê tirkî danîne cihê wê de. |
3 |
Taraz |
Navê kurdî yê gundekê bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk navê wê guheriye û kiriye tirkî. |
4 |
Tatan |
Kevirên hilû, pan û dirêj bo nimêjê. |
5 |
Tatrîk |
Kevirên nazik û piçûk ku zarok pê dilîzin. |
6 |
Tebare |
Dexlê ku gihîştiye lê hêşta nehatiye dirûn. |
7 |
Têkoşan |
Kesê hewl dide û dixebite. xebat. xebitîn. |
8 |
Têkoşer |
Kesê têkoşînê dike. Kesê xebatkar. |
9 |
Teraz |
Rêk û beranber. Wek. Alavek e ku hostayê dîwaran bi kar tînin. |
10 |
Tîlme |
Tîlmask. Barîke newar. Qeteke nazik ji perçe ku hatibe birrîn. |