1 |
Caban |
Ev peyv di koka xwe de (gawab yan cawan) bûye, û di zimanê kurdî de wateya şivanê ga yan gagelewan dide û li xwar Başûrê Kurdistanê jiyane, lê şûnwarê wan nemaye. Navê yek ji serdarên serdema Sasanî bûye di serdema Yezgird de. Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê Kurd ji wir hatine dûrxistin. |
2 |
Cabê |
Kurtkiriya navê Cabir. |
3 |
Caf |
Navê hozeke navdar a Kurd in ku li du beşên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dijîn. |
4 |
Camêr |
Ciwanmêr. Mirovê baş. Xweşmêr. |
5 |
Can |
Giyan. Ruh. |
6 |
Canbaz |
Giyanbaz. Canfîda. Fîdakar. |
7 |
Canê |
Ji peyva Can hatiye wergirtin wek hesta hezkirinê. |
8 |
Canfîda |
Giyanbaz. Canbaz. Fîdakar. |
9 |
Cano |
Piçûkkiriya navê Can. Ey can!. |
10 |
Canyar |
Mirovdost. |