# Nav Mane
941 Santas Fermandarekî Mad bûye ku berpirsê hêza peya ya Kuruşê Hexamenişî bûye. Diya Kuruşê navê wê Mandana bû.
942 Sapan Lîstika zarokane.
943 Sardorîs Navê yekem paşayê Orarto bûye ku çiqek in ji çiqên kevn ên Kurd ku hevserdemê Asûriyan bûne û bi ser xaka Lolo de hukim kirine.
944 Şarê Rêya pan û sereke.
945 Sarêj Cebirîna birînê.
946 Şareza Beled. Zana di karûbaran de. Jidayîkbûyê şar (bajar).
947 Şariya Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
948 Şariyar Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine.
949 Saros Bajarek bûye li herêma navrûbaran (mezopotamiya) di serdema Madan de ku di nav xaka Kurdistanê de bûye, lê niha şûnwarê wê nemaye. Yek ji fermandarên Mad bûye di serdema Ejdehak de, ku li şerê digel Kuruşê Hexamenişî de hate kuştin.
950 Sasan Zulmlêkirî. Navê yekem kesê avakerê malbata Sasaniyan.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!