| 81 | 
                            Diyako | 
                            Navê yekem paşayê Mad û avakerê vê zincîre paşayetiyê bûye. Gezenfonê Yonanî jî navê wî aniye | 
                        
                        
                            | 82 | 
                            Diyar | 
                             Tiştên xuya. Berçav. Peyda.  | 
                        
                        
                            | 83 | 
                            Diyaweşt | 
                            Şêx Mihemed Merdoxê Kurdistanê di pirtûka Kurd û Kurdistanê de nivîsiye: Navê kevn ê çiyayekî ye li “Cebalol Ekrad” li Sûriyê, lê di sala 1963an de dema ku Beisî hatne ser kar, ev nav guherîn.  | 
                        
                        
                            | 84 | 
                            Dozan | 
                            Gûzan. Tîxa ku mirov rihê (riyê, rûyê, rêdîna) xwe pê kurr dike. Giwêzan.  | 
                        
                        
                            | 85 | 
                            Dozwan | 
                            Dozvan. Xwediyê dozê. Xwediyê armancê. | 
                        
                        
                            | 86 | 
                            Dûrhat | 
                            Kesê ji riya dûr hatibe.   | 
                        
                        
                            | 87 | 
                            Durrdane | 
                            Durrên nav sedefê. Mirwariya mezin û binirx. Zarokên hezkirî yên malê.   |