| 881 |
Rewak |
Ew cihê ku şerabê tê de parzîng dikin. Şîreya şil a hingvînê. |
| 882 |
Rewan |
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe. |
| 883 |
Rêwan |
Pasewan û nobedarê rê. Rênas. |
| 884 |
Rêwansa |
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin. |
| 885 |
Rewaz |
Rêbaz. Riya ku xelk berdewam hatûçûnê tê de dikin. Rêzekevirên li ser çiya. |
| 886 |
Rewe |
Revdehesp. Revdegurg. Darê ku gezûyan pê dadikutin. |
| 887 |
Rewend |
Koçer. Çadirnişîn. Zozanî. |
| 888 |
Rewez |
Kevirên çînçîn ên kembera çiya û serê çiya. |
| 889 |
Rewge |
Welatê duyem piştî awarebûnê. |
| 890 |
Rewşen |
Ronahî. Diyar. Berçav. |