# Nav Mane
871 Reşang Reşan. Goştê bizinên reş. Erdê ku berfa li ser wê heliyabe û nemabe.
872 Resen Kok û binetar. Bineçe. Maqûl. Necîb.
873 Rêşkaw Wehm û xeyal.
874 Reşko Bi rengê reş dariştî.
875 Reşkot Navê hozeke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
876 Reşmêw Yaqûtî. Cureyeke tiriyê hûr ê sorê tox û nêzî reş e ku li herêma Sine zêde heye.
877 Reşwan Êla ku hespan xwedî dikin. Êleke koçer in ku di gund de zêdetir li derdora Erzirom û Melatiye li Bakûrê Kurdistanê û herwiha li derdora Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê jiyane. Ehmed Reşwanî helbestvanê şehîd û navdarê Kurd ji vê êlê ye.
878 Revend Rewend. Koçer. Zozaniyên ku di konan de dijîn.
879 Revok Rihliberê ku ji mirov bitirse û bireve. Tûre û nerihet. Aciz.
880 Rewa Qebûl. Meşrû`i. Heq.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!