811 |
Pola |
Heman hesin e, lê di navbera 0.002-%2.1 ji kêşa wê kerbon e, û tîxe û alavên tûj û … hwd pê têne çêkirin. |
812 |
Qapo |
Qapok. Ew tiştên ku lehî digel xwe radimale û davêje qeraxê. |
813 |
Qareman |
Qehreman. Qereman. Pehlewan. |
814 |
Qasimlo |
Navê gundekî ye li Urmiyê. Gundê malbata şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye. |
815 |
Qehreman |
Gernas. Egîd. Wêrek. |
816 |
Qelatan |
Nişîngeha mîr û mezinan. Xaniya ser çiya. Navê gundekî ye li herêma Şarwêran a girêdayî bajarê Mehabadê ye û hêzên rejîmê xelkê wir komkuj kirin. |
817 |
Qelxan |
Sîper. Mertal. |
818 |
Qereman |
Qehreman. Qareman. Pehlewan. |
819 |
Qesrî |
Qesrîn. Sirêbirî. Tevizî. |
820 |
Qetûr |
Navê kelh û herêm û gundekî Kurdnişîn e li rexê bajarê Xoyê (Xwê) li herêma Şikakan ku derbazbûyiya wê vedigere bo sala 716an berî zayînê, û di vê salê de Sargonê duyem paşayê Aşûr ji wir re derbas bûye û çûye nav xaka Urartûyê. |