| 71 |
Sipêr |
Sper. Sîper. Çeper. Senger. Qelxan. Mertal. |
| 72 |
Sirkan |
Çipekirin. Wirtekirin. Di ber xwe de qisekirin. |
| 73 |
Sîrwan |
Navê rûbarekî ye ku ji rêzeçiyayên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê çavkanî digire û ji Başûrê Kurdistanê (Derbendîxan û Kelarê) re derbas dibe û diçe başûrê Bexdayê û piştre tevlî rûbarê Dîcleyê dibe. |
| 74 |
Siwar |
Kesê siwarî tiştekî an hespekî an … hwd bûbe. |
| 75 |
Siware |
Siwar. |
| 76 |
Siwaro |
Navê yek ji hewayên kevn ên muzîka kurdî ye. |
| 77 |
Siyabend |
Navê qehramanê çîroka Xec û Siyabend e, ku dastaneke kevn a evîndariyê ye. Herduk jî xelkê Kêlesîpan a herêma Mehabadê ne ku niha jî gorra wan li wir e. |
| 78 |
Siyaksar |
Navê fermandar yan paşayekî Mad bûye ku sala 624an a zayînî fermanrewayî kiriye. |
| 79 |
Siyamend |
Siya wate reş, û mend wate aram û bêdeng (Çavkanî: abadis.ir). Di kurdî de zêdetir dibêjin Siyabend. Destana Xec û Siyabend di edebiyata kurdî de gelekî navdar e. |
| 80 |
Siyawiş |
Xwediyê hespê reş ê nêr. Kurê Keykawûs. |