# Nav Mane
721 Mîr Mezin. Serok. Serdar
722 Mîran Pirjimara mîr. Paşa. Mîran navê hozeke Kurd a koçerî bûye li Kurdistanê. Mîr di kurdî de kurtkiriya naznavê (Emîr) e û digel peyva Emîr a farsî ku wateya “seyîd” dide cuda ye. Wek mîrên Kurdistanê: (Mîrê Soran, Mîrê Botan.)
723 Miraz Miraza dil, Daxwaza dil, Hêvî
724 Mîrmam Mamê gewre. Mamê mezin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.
725 Mîro Ey mîr. Ey emîr. Ey serok. Mêhrû. Mîra. Paşayê piçûk. Mostank.
726 Mîrxan Mîr. Kesê mîr û axa be.
727 Mîrza Kesê ku bizane bixwîne û binivîse. Emîrzade. Mîrzade.
728 Mîşan Mîrnişîneke Kurd bûye ku di serdema Eşkaniyan de û heta êrîşa Eskender berdewam bûye.
729 Mîtradad Mîtradad yan Mêhrdad yek ji şivanên Ejdehak bûye, ku navê jina wî Spaka bû.
730 Mukrî Navê eşîrekê ye li Mehabadê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!