| 691 |
Maniyan |
Navê kevn ê Mîtaniyan e ku dibêjinê Manayî. Manayî wate girêdayîbûna bi çiqa (tîreya) Manî. |
| 692 |
Mard |
Serkêş. Yaxî. Navê kevn ê Mad bi zimanê Yûnanî. Bajarê Mardînê li Bakûrê Kurdistanê vê çiqa Kurdan bi bîr tîne. |
| 693 |
Mardîn |
Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.) |
| 694 |
Maro |
Qeşe. Enîspî. Hespê ku zendê destê wî spî be. |
| 695 |
Maron |
Giyayek e ku ji bo serêşê baş e. Kevirekî reş e ku têkilî kila çavan dikin. |
| 696 |
Martiya |
Li gor kevirnûsa çiyayê Bêstûn navê wî serdarê Kurd ê Îlamî ye ku li dijî Daryoş dest bi serhildanê kiribû. |
| 697 |
Mazin |
Mezin. Gewre. Serokhoz. |
| 698 |
Mazîn |
Gundek e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê. |
| 699 |
Mebest |
Qesta mirov ji karekî. |
| 700 |
Medhoş |
Sergerdan. Naznavê helbestvanekî Kurd bûye li Başûrê Kurdistanê. |