# Nav Mane
641 Kojîn Navekî nû ye û wateya koma jiyanê dide. Jiyan hemû pêkve.
642 Koken Çiyaken. Yê ku çiya dikole. Naznavê Ferhadê Lor an Ferhadê Kûhken evîndarê navdar ê Şirînê ye. Dema dirûna gijûgiya ye bo ajalan.
643 Kolneder Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe.
644 Komara Gundek e li herêma Pawe li Kurdistanê.
645 Komas Navê hozeke Kurd e di navbera Sine û Merîwan û Seqizê ku dibêjine wan, Komasî.
646 Koreng Koma rengan. Hemû reng pêkve.
647 Korrew Koçkirina bikom a xelkê û rihliberan di dema bombebaran û şer û tirsa ji lehiyê û erdhejê û ... hwd. Wek koçkirina xelkê Başûrê Kurdistanê li sala 1991an ji tirsê bombebarana kîmyayî.
648 Kosan Kiwêstan. Zozan. Navê bajarokekî Kurdnişîn bû di navbera bajarê Kût û bajarê Neimaniye ku bi destê hikûmeta Beis Kurd hatin awarekirin û Ereb anîne cihê wan. Kût û Neimaniye jî di serdemên kevn de Kurdnişîn bûn, lê ew jî bi destê hikûmeta Beis hatin erebnişînkirin.
649 Kosar Cihê ku gelek çiya li wir hebin. Navbera çiyayan de.
650 Koşeng Pirjimara şoxûşeng.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!