# Nav Mane
631 Keyan Keyhan. Cîhan. Dunya.
632 Kirje Mirovê jîr û çalak.
633 Kirmanc Kirmac. Kurdmac. Kurdmanc. Navê kevn ê Kurd. Beşeke zêde ji nifûsa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. Li herêma Mukiryanê dibêjine gundiyan Kurmanc.
634 Kîvî Kêwî. Çiyayî.
635 Kiyareş Yek ji fermandarên mezin ên Ferwertîş duyem paşayê Mad bûye.
636 Kobar Mirovê rêzdar.
637 Kobîn Dîtina her tiştî pêkve.
638 Koçber Kesê ku neçar dibe mal û halê xwe bi cih bihêle û li cihekî din bijî. Penaber.
639 Koçer Rewend. Xêlat. Ew êlên ku carina li germiyanê ne û carina li zozanan.
640 Kodeng Hemû deng pêkve.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!