| 601 |
Kardox |
Gizenfon di kitêba xwe de wek çiqeke Kurdan bi nav kiriye. |
| 602 |
Kardox |
Gizenfon di kitêba xwe de wek çiqeke Kurdan bi nav kiriye. |
| 603 |
Kardû |
Tovê giyayekî ye ku dişibhe genim û reş e. Giyayekî pelgpan e ku dixin nav simaqê û zer dikin û piştre dikne risq. |
| 604 |
Karker |
Kedkar. Kirêkar. Pale. |
| 605 |
Karko |
Karê behredar. Kara. |
| 606 |
Karmat |
Karmad. Karmat. Kirmac. Kurdmanc. Kurd. Gundî. Cotkar. Çandekar. Şivan û gavan. Xwedîkerê ajalan. |
| 607 |
Karnas |
Şareza di kar de. Zana di kar de. |
| 608 |
Karok |
Pola. Hesinekî qahîm e ku bi têhna 1400 pileyî tê helandin, û şemşîr û gurz û ... hwd pê têne çêkirin. |
| 609 |
Karos |
Karoş. Karas. Giyayekî ye bêhnxweş e. |
| 610 |
Karox |
Çiyayekî asê ye wek sûreke mezin, ketiye pişt gundê Botê li Başûrê Kurdistanê û heman kardox e. |