# Nav Mane
591 Kako Keko. Kake. Peyvek e bo axaftina digel birayê mezin tê bikarhînan. Birayê dayîkê. Xal. Çiqeke Kurdan e ku di navbera Sine û Kolyayiyê de dijîn. Tê gotin ku ew çiqa Kurdan paşmayiya çiqa Kasoyî bin, wate Kasoyî Akad. Navê pehlewanekî ye ku hevalê Kaweyê Hesinkar bûye.
592 Kalo Ey mirovê pîr û kal. Pîro.
593 Kameran Kesek ku gihîştibe hêvî û miraza xwe. Kamrewa. Kamriwa.
594 Kamiyar Pîroz. Serkeftî. Kesê ku gihîştibe hêvî û mirazên xwe.
595 Kanêwar Ka war. Wargeh li kuderê ye.
596 Karbîn Pispor. Zana di kar de. Kesê ku karekî peyda dike.
597 Karda Mînoriskî di pirtûka xwe de ji zimanê tûrdagîn ve dibêje: Li gor du perçe kevirnûsên ku hatine dîtin, û wêne li ser wan hebûye û dîroka wan jî vedigere bo 2 hezar salî berî niha, Kardaka welatek bûye li nav welatê Aşûr ku Kurdan ew welat bi rê ve biriye.
598 Kardar Navê eşîrekê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Cihgirê balyoz.
599 Kardok Li peyva kardox binêre.
600 Kardoş Bi wan Kurdan dihate gotin ku li Gîlanê dijiyan.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!