# Nav Mane
551 Hozan Helbestvan. Gelek zana. Qesîde. Parçeyek ji helbestê.
552 Hozanvan Beytbêj. Stranbêjê ku hem helbestê danê û hem jî helbesta xwe bike stran.
553 Hozar Bax û gulzar. Bilbil.
554 Huner Behre û berhema hunermend.
555 Îlam Alam. Eylam. Îlam. Bi zaravayê avestayî a madî wate cihê derketina tavê. Herêmek e li Kurdistanê ku yek ji wargehên kevn ên Kurdan bûye di dirêjahiya dîrokê de. Zaravayê wan kelhorî û lekî ye, lê di rastî de divê bêjne zaravayê wan zaravayê feylî yan pehlewiya kevn ku zimanê gatayên Zerdeşt e. Berê digotne Îlamê “Piştko”.
556 Îlok Rewend û êlên piçûk. Hêlûna piçûk a teyran.
557 Îrazto Erarto. Paytextê Kurdên Manayî bûye ku dibe xaniyên kavilbûyî ên herêma Zêwiye li 50km a Seqizê û beşeke “Bokan”a niha.
558 Îrevan Yerîvan. Êrîvan. Paytexta Ermenistanê ye û gelek Kurd jî lê dijîn.
559 Jako Navê çiyayekî ye li Serhedê li Bakûrê Kurdistanê.
560 Jaman Zenga dêrê. Navê gundekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!