# Nav Mane
511 Herêm Derdora gundan ku nayê kêlan û milkê hemûyan e. Melbend. Parêzga.
512 Herewez Gel. Gelekome. Karê bikom. Zibare. Wek: Dirûna genim û nok û ... hwd.
513 Herêz Herêze. Firîzû. Firêze. Ferês. Giyayekî xwerisk û dewamdar e ku pelgên wê nazik û dirêj in û çiqên wê jî nazik in ku bi ser erdê de pan dibin û pel davêjin. Li nav zeviyan û baxçe û peravan şîn dibe û derxistina wê zehmet e.
514 Hêriş Êrîş. Helmet.
515 Herkan Tovê paqij ku bo saleke din hildigirin bona ku biçînin.
516 Herkî Navê eşîrekî Kurdan e.
517 Herko Her cihek.
518 Herman Heta hetayî. Hertim man. Hertimî.
519 Hersîle Hersîl. Kevirê xîmê kuncê dîwar.
520 Hersîn Firmêskawî. Çavgirî. Navê bajarekî Kurdnişîn e li Kirmaşanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!