# Nav Mane
41 Anêşa Peyveke hewramî ye bi wateya: Ew (Ewan), evane (Emane), ew (Ew).
42 Aqar Şûn û cih. Cî û mesken. Derdor.
43 Ar Agir. Di koka xwe de avestayî ye û wateya agir û rengê sor jî dide.
44 Ara Cihê jîna hertimî. Hevaltî.
45 Arabxa Bajarê gurriya agir. Cihê ku neft hebe. Navê Kerkûkê bûye di sala 572an a zayînî de.
46 Arad Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
47 Aram Bêdeng, Li ser hemdê xwe.
48 Aran Binkeya jiyana zivistanî ya koçeran. Germiyan. Erdê text û deşta ku bereket hebe. Nerm, Êş û azar.
49 Ararat Gurrî û peşqela agir. Mezin û pîroz. Heman çiyayê Agirî ye.
50 Aras Navê rûbarekî ye. Ew rûbar piştî peymannameya Turkemençay ji destpêka Reşemeya 1206 (21.02.1828)an şûnda wek sînorê di navbera Îran û Împeratoriya Rûsiyê de bi fermî hate nasîn.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!