| 41 |
Dêrik |
Dêrîk. Dîrok. Navê bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye |
| 42 |
Dersîm |
Dirsîm. Dêrsîm. Herêmeke berfireh e li Bakûrê Kurdistanê, ku Kurdên zaza û kurmanc pêkve dijîn. Şoreşa Dersîmê ku bi serokatiya Seyîd Rizayê Dersîmê li çiyayê Agirî çêbû ji Dersîmê dest pê kiribû. Dûr nîne ku Dêrsîm ji peyva “Dêr” bi wateya “peristgeh” û “sîm” bi wateya “zêrîn û pîroz” pêk hatibe ku dibe “peristgeha zêrîn” yan cihê pîrê zerdeştiyan. |
| 43 |
Dêrsîm |
Herêmeke Bakûrê Kurdistanê ye. |
| 44 |
Derûn |
Hundir. Hundirê her tiştekî. Dil. Vijdan. Hinav. Navzik. |
| 45 |
Derwêş |
Mirîdên pirçdirêj ên terîqeta Qadirî. Kesên gelek Xwedêperist. Ewdal. Bê malûhal. |
| 46 |
Dêsem |
Deysem. Navê serdarekî kevn ê Kurd bûye di serdema Sasaniyan de ku bi “Dêsemê şêr” navdar bûye, û di dema êrîşa Ereban bo ser Kurdistanê hatiye kuştin. |
| 47 |
Destgir |
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê. |
| 48 |
Destyar |
Desyar. Hemdest. Yarmetîder. Alîkar. |
| 49 |
Dewar |
Reşmal. Çarpêyên wek ker û hesp. |
| 50 |
Dewen |
Dema darberû an darmaziyê dibirrî, lê koka wê dimîne û dîsan şîn dibe. |