# Nav Mane
471 Havîn Demsala havînê.
472 Hawa Navê çiyayê Demawend e li Avestayê de.
473 Hawar Hewar. Bang û hawar. Hawarbirina xwe bo kesekî din. Ax û dax. Navê kovarekê ye ku Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de weşand û 57 hejmar jê derketin. Navê kovarekê ye ku ji aliyê Hafiz Mistefa Qazî ve li sala 1971an li Bexdayê dihate weşandin, lê piştî sê hejmaran hate daxistin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê li quntara çiyayê Şinirwê ku Kakeyî ne.
474 Hawbeş Hevbeş. Hevpişk. Şirîk di kar û kasibiyê de.
475 Hawbîr Hevbîr. Hevhizr. Hawrra.
476 Hawêr Herçar alî. Ji hevdu veqetandina berx û karikan ji dayîka wan bona ku şîrê wan nemijin.
477 Hawjîn Havjîn, Du kes ku pêkve bijîn û derbas bikin. (Xafilandin û xapandin: Ew minale bihawjîne.)
478 Hawkar Hevkar. Alîkar. Hevşixul.
479 Hawnas Nasyarê hevdu. Hevalê hevdu.
480 Hawniyaz Du kesê ku daxwaziyên wan yek bin.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!