| 451 |
Giravî |
Dildarî. Hezkirina ji dil ve. Dezgirtî. |
| 452 |
Girgîn |
Tûre. Kerbvebûyî. |
| 453 |
Giring |
Binirx. Kar yan tiştê ku nirxa wê hebe. Bayexdar. |
| 454 |
Girîvan |
Girê pasewanan. Gundek e li herêma Duhokê li Badînan a Kurdistanê. |
| 455 |
Goran |
Re`iyet. Kurdên Goran. Rêgir û çete. Çêrgeh. |
| 456 |
Gorepan |
Qad. Meydan. Erdê text. |
| 457 |
Gotan |
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk. |
| 458 |
Govend |
Davet. Şahî. |
| 459 |
Goyje |
Goyîj. Givîşk. Çiyayek e li rojavayê bajarê Silêmaniyê. |
| 460 |
Guhderz |
Kesê ku aliyekî guhê wî hatibe birrîn. Kesê micid. Kesê hestiyar û xwedîhiş. |