441 |
Gemşo |
Zoranbaz. |
442 |
Genco |
Rû li kesê genc û law. Ha genco! (Ha kurkê genc. Ha kurkê law). |
443 |
Gêomat |
Welatê moxan. Navê yek ji moxên Madan bû ku li dijî Daryoş serî hilda, lê bi ser neket û bi destê Daryoş hate kuştin, û serhildana wê jî ku Mad li piştê bûn hate serkutkirin. |
444 |
Gerdî |
Navê eşîrekî ye li Kurdistanê. |
445 |
Gernas |
Egîd. Wêrek. Qehreman. |
446 |
Gernas |
Şareza di geriyanê de. Dunyadîtî. |
447 |
Gerwan |
Geştwan. Kesê ku serûkarê wî digel geriyanê heye. |
448 |
Geşîn |
Sor û serhal. Pişkivîna gulê. |
449 |
Gewran |
Peyrewên Zerdeşt. |
450 |
Geylan |
Galan. Gêlan. Gund û deştek e li herêma Hewlêrê. |