# Nav Mane
431 Gare Çiyayek e li herêma Badînan li hemberî bajarê Amêdiyê ku Sedam Husên li ser wî çiyayî kelhek çêkiribû. Guhar. Denê mirîşka hêkker. Çiya. Şax. Kej.
432 Garo Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin.
433 Garosa Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
434 Gavan Kesê ku agehdarî ga û çêlekan dibe.
435 Gaware Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
436 Gawero Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
437 Gelale Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd.
438 Gelo Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.
439 Gelyar Dostê xelkê. Hozek in ji tîreya Lor.
440 Gemo Çiyayek e li herêma Qesra Şirîn li Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!