# Nav Mane
391 Esro Bi kelhorî wate şaxê ajalan.
392 Estem Dijvar.
393 Estûn Stûn. Paye.
394 Etreş Ziraw. Zirav. (Ke çawim pê kewt le tirsa etreşim perrî. Wate dema ku min ew dît zirava min qetiya.)
395 Etroş Navê hoza Etroşî ye li herêma Badînan.
396 Ewgar Mandû. Westiyayî. Perîşan. Birîndar. Hingavtî.
397 Ewjen Hawêjer. Şikêner û bezêner.
398 Ewkan Navê kevn ê bajarê Sayînqela yan Şayîndij e. Manayî li wir jiyane.
399 Ewram Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.
400 Ewraz: Evraz. Riya ber bi jor.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!