31 |
Xoran |
Navê gundekî Kurdistanê ye. Xwarin. |
32 |
Xorisk |
Xweza. |
33 |
Xoser |
Serbixwe. Serberedayî. Kesê bê bîrkirin karekî encam dide. |
34 |
Xoşevî |
Xoşewîst. Hezkirî. Xoştivî. Li ber dilan. |
35 |
Xoşnav |
Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye. |
36 |
Xoşnaw |
Cureyek tiriyê reş e. Eşîreke Kurd e li Hewlêrê. Xoşnawetî cihê jiyana wê eşîretê ye. |
37 |
Xoştivî |
Xoşevî. Xoşewîst. Hezkirî. Li ber dilan. |
38 |
Xoybûn |
Maneya wê serbixweyî, xweserî û "serxwebûn" e. Dema partiya Xoybûnê li Sûriyê hate avakirin, hinek Kurdên soranîaxêv jî amade bûn. Loma bi vî awayî navê partiyê hate danîn, jiber ku "xo" bi devoka soranî heman “xwe” ya devoka kurmancî ye. Komeleya Xoybûnê li sala 1927an li “Bihemdune” bi alîkariya Ermenan û di mala “Vahan Papazyan” de hatiye damezirandin. |
39 |
Xozan |
Şareza li ser xwe. Zeviya ku salek berê hatiye çandin, lê îsal nehatiye şovkirin. |
40 |
Xudêda |
Xwedêda. Kesê ku Xwedê ew çêkiriye. Xwedê ew daye. |