# Nav Mane
31 Metîn Kesê giran û dilovan. Jîr. Çiyayek e li rexê Bamernê li herêma Badînan.
32 Metîna Metîn. Rawestayî. Nebizêw.
33 Mezda Kurtkiriya Ehûramezda Xwedayê Zerdeştiyan bûye. Kulega ku tîrêjên tavê tê re derbas dibe.
34 Mezin Serok. Gewre.
35 Mijan Birjang.
36 Mîlan Navê hozeke Kurd e ku li bakûrê bajarê Xoyê dijîn. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.
37 Mîr Mezin. Serok. Serdar
38 Mîran Pirjimara mîr. Paşa. Mîran navê hozeke Kurd a koçerî bûye li Kurdistanê. Mîr di kurdî de kurtkiriya naznavê (Emîr) e û digel peyva Emîr a farsî ku wateya “seyîd” dide cuda ye. Wek mîrên Kurdistanê: (Mîrê Soran, Mîrê Botan.)
39 Miraz Miraza dil, Daxwaza dil, Hêvî
40 Mîrmam Mamê gewre. Mamê mezin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!