# Nav Mane
31 Daşo Birayê mezin. Daşê.
32 Debar Hevhêz. Hevşan.
33 Degmen Kêmser. Bi zehmet tiştek ku peyda be.
34 Delîl Belge. Sedem. Hokar.
35 Demame Demamk. Mask. Zozanê ku ti carî berfa wê nahele.
36 Demawen Demawend. Zozanê ku di nav mij û dûmanê de winda bûbe. Çiyayê ku mij û dûmanê dagirtibe. Demawen navê gundekî bû li Başûrê Kurdistanê ku rejîma Beisê ew gund wêran kir. Navê çiyayê herî bilind ê Îranê ye ku dikeve navbera Mazendiran û Tehranê de. Navê serdarekî Sasaniyan bûye. Navê bajarekî kevn bûye li Mazenderanê ku dibêjin Ejdehak paşayê Mad di nav çiyayekî wî bajarî de bi biryara Fereydûn girtî bûye.
37 Dengbêj Kilambêj. Dengbêj. Kesên ku bêy muzîk stranên gelêrî ên kevn dibêjin.
38 Dengîn Navdar.
39 Derav Cihê ku pez avê lê vedixwe. Cihê derbasbûna pez.
40 Derbaz Rizgar. Qutar.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!