# Nav Mane
371 Erca Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê piştre hatiye teirîbkirin.
372 Ercan Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
373 Erdehan Erdêhan an jî Erdîxan bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
374 Erdelan Mîrgeha Erdelan (1169-1867), navenda wê Rojhilatê Kurdistanê bû, û mîrnişîneke Kurdan bû ku piştî dewleta Merwaniyan (a Kurdan) ava bû.
375 Erdena Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne.
376 Erdeşêr Erdeşîr. Şêrê tûre û bihêrs.
377 Erdeşîr Şêrê tûre û bihêrs. Erdeşîrê Babekan paşayê Sasaniyan bû. Erdeşîrê kurê Xeşayarşa paşayê Hexamenişiyan bû.
378 Erdewan Navê pêncem paşayên Eşkanî.
379 Ergoş Ergûş. Gundek e li serveyî gundê Mêros li ser sînorê Tirkiyê di nav xaka Başûrê Kurdistanê di bin çiyayê govend ku 366 kanî tê de ne.
380 Êrîş Hêriş.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!