# Nav Mane
351 Diyaweşt Şêx Mihemed Merdoxê Kurdistanê di pirtûka Kurd û Kurdistanê de nivîsiye: Navê kevn ê çiyayekî ye li “Cebalol Ekrad” li Sûriyê, lê di sala 1963an de dema ku Beisî hatne ser kar, ev nav guherîn.
352 Dozan Gûzan. Tîxa ku mirov rihê (riyê, rûyê, rêdîna) xwe pê kurr dike. Giwêzan.
353 Dozwan Dozvan. Xwediyê dozê. Xwediyê armancê.
354 Dûrhat Kesê ji riya dûr hatibe.
355 Durrdane Durrên nav sedefê. Mirwariya mezin û binirx. Zarokên hezkirî yên malê.
356 Efrûn Navê bajarê Kurdnişîn ê Kûtê bûye li Başûrê Kurdistanê li serdema Sasaniyan.
357 Egîd Gernas. Wêrek. Qehreman.
358 Ehwen Aram, Bêdeng.
359 Ejdehak Navê çiyayekê ye li Hewramanê li pişt gundê Diziliyê li Rojhilatê Kurdistanê. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî Sûrdaşê. Astiyag, Azîdhak, Ejdeha, Zeha, Hejdîha, Heziya, marê mezin ê nav çîrokan. Hêrodot dinivîse: Astiyaz yan Azîdhak yek ji paşayên Mad bûye û 33 salan paşayetî kiriye.
360 Ejî Dijî û zindî ye. Sax e û nemiriye. (Bi soranî: Maçikêt hezar zêrî sûr ejî. Wate "Her maçeke te hezar zêrê sor tîne" ).
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!