| 341 |
Dîma |
Dîmen. |
| 342 |
Dîmane |
Cardin hevdu dîtin. Çavpêketin. |
| 343 |
Dîndar |
Kesê dînê wî heye. Kesê di dînê xwe de gelek qahîm e. Navê darekî ye ku rengê darmaziyê dide, lê pelgên wê zer in. |
| 344 |
Dînewer |
Herêmek e li rexê bakûrê rojavayê Kirmaşanê. Di kevn de navê wê Mahkûfe bûye |
| 345 |
Dirbas |
Şêrê dirr. Segê dirr. |
| 346 |
Dîrek |
Stûn. Tika û rica. |
| 347 |
Dirêşk |
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin). |
| 348 |
Dîwan |
Dîwexan. Odeya mêhvanên xan. Dîwana mîr. Pirtûka helbestan. Koxa. Çavdêrê gund. |
| 349 |
Diyako |
Navê yekem paşayê Mad û avakerê vê zincîre paşayetiyê bûye. Gezenfonê Yonanî jî navê wî aniye |
| 350 |
Diyar |
Tiştên xuya. Berçav. Peyda. |