| 331 |
Diljan |
Dilbijan. Dilêş. Dilbikul. Keserkûr. Pirr xemgîn. Gelek melûl. |
| 332 |
Diljar |
Dilmayî. Di aliyê derûnî de kesê lawaz. |
| 333 |
Diljîr |
Dilêr. Netirs. |
| 334 |
Dîlman |
Gundek û herêmeke çir a ser bi Hewlêrê li rexê Hacî Omeran li Başûrê Kurdistanê. |
| 335 |
Dilo |
Kurtkiriya Dildar. Ey dil. |
| 336 |
Dîlok |
Stranên şahiyê. |
| 337 |
Dilşa |
Dilşad. Kesê ku dilê wî şad be. Kêfxweş. |
| 338 |
Dilşad |
Dilgeş. Dilxweş. Bicoş. Bikêf. |
| 339 |
Dilşêr |
Kesê ku di wêrekiyê de wek şêra be. |
| 340 |
Dilsoz |
Dilsoj. Dilşewitî. Kesê ku dilê pak e û bo hevalan dişewite. Xemxwer û birehm e. Serperestekî baş e. |