| 311 |
Dêrsîm |
Herêmeke Bakûrê Kurdistanê ye. |
| 312 |
Derûn |
Hundir. Hundirê her tiştekî. Dil. Vijdan. Hinav. Navzik. |
| 313 |
Derwêş |
Mirîdên pirçdirêj ên terîqeta Qadirî. Kesên gelek Xwedêperist. Ewdal. Bê malûhal. |
| 314 |
Dêsem |
Deysem. Navê serdarekî kevn ê Kurd bûye di serdema Sasaniyan de ku bi “Dêsemê şêr” navdar bûye, û di dema êrîşa Ereban bo ser Kurdistanê hatiye kuştin. |
| 315 |
Destgir |
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê. |
| 316 |
Destyar |
Desyar. Hemdest. Yarmetîder. Alîkar. |
| 317 |
Dewar |
Reşmal. Çarpêyên wek ker û hesp. |
| 318 |
Dewen |
Dema darberû an darmaziyê dibirrî, lê koka wê dimîne û dîsan şîn dibe. |
| 319 |
Dewensa |
Navê şikeftekê ye li herêma Hekariyê. |
| 320 |
Dîbon |
Kelheke kevn e li Darebizmaran li rex seyrangeha Selahedîn. |