# Nav Mane
301 Degmen Kêmser. Bi zehmet tiştek ku peyda be.
302 Delîl Belge. Sedem. Hokar.
303 Demame Demamk. Mask. Zozanê ku ti carî berfa wê nahele.
304 Demawen Demawend. Zozanê ku di nav mij û dûmanê de winda bûbe. Çiyayê ku mij û dûmanê dagirtibe. Demawen navê gundekî bû li Başûrê Kurdistanê ku rejîma Beisê ew gund wêran kir. Navê çiyayê herî bilind ê Îranê ye ku dikeve navbera Mazendiran û Tehranê de. Navê serdarekî Sasaniyan bûye. Navê bajarekî kevn bûye li Mazenderanê ku dibêjin Ejdehak paşayê Mad di nav çiyayekî wî bajarî de bi biryara Fereydûn girtî bûye.
305 Dengbêj Kilambêj. Dengbêj. Kesên ku bêy muzîk stranên gelêrî ên kevn dibêjin.
306 Dengîn Navdar.
307 Derav Cihê ku pez avê lê vedixwe. Cihê derbasbûna pez.
308 Derbaz Rizgar. Qutar.
309 Dêrik Dêrîk. Dîrok. Navê bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye
310 Dersîm Dirsîm. Dêrsîm. Herêmeke berfireh e li Bakûrê Kurdistanê, ku Kurdên zaza û kurmanc pêkve dijîn. Şoreşa Dersîmê ku bi serokatiya Seyîd Rizayê Dersîmê li çiyayê Agirî çêbû ji Dersîmê dest pê kiribû. Dûr nîne ku Dêrsîm ji peyva “Dêr” bi wateya “peristgeh” û “sîm” bi wateya “zêrîn û pîroz” pêk hatibe ku dibe “peristgeha zêrîn” yan cihê pîrê zerdeştiyan.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!