| 291 |
Daro |
Bi hewramî wate “heye”. Kurtkiriya navê Dara ye. |
| 292 |
Darsan |
Daristan. Lêrewar. |
| 293 |
Dartako |
Serdarekî Kurd bûye li serdema Kuruşê Hexamenişî. |
| 294 |
Darvan |
Darbirr. Kesê ku gelek peyt ji daran re diçe. Kesê serdikeve ser serê darên bilind. |
| 295 |
Daryan |
Gundek e di navbera “Wer û Gêlewan”ê li Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê. |
| 296 |
Dasîko |
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî. |
| 297 |
Dasin |
Xwazbênî. Dasin ayînzayek e wek êzidî û ehlêheq û ... hwd. Navê hozeke Kurd e ku ser bi ola êzidî ne û piraniya wan li Bakûrê Kurdisatnê û Ermenistanê dijîn. |
| 298 |
Dasinî |
Gundek e li herêma Sîdekan li Başûrê Kurdistanê. |
| 299 |
Daşo |
Birayê mezin. Daşê. |
| 300 |
Debar |
Hevhêz. Hevşan. |