21 |
Zerdeşt |
Li ser wateya navê Zeredeşt lêkolînvan negihane encamekê; hinek dibêjin “tîmarê hêştiran” e, hinek jî dibêjin “xwedanê hêştirên rengzêrî” ye. Di sî saliya xwe de Zeredeşt dest bi belavkirina ola xwe dike (Yasna 28.4). Di deh salên pêşîn de pir kes guh nadnê, loman jî di Yasna 46. 2–5 de gilî û gazincên xwe dike ku çawa peyrewên wî hindik xizan û stemlêkirî ne. |
22 |
Zerdewan |
Şaxewan. Çiyager. Navê çiyayekî ye li rexê gundê Kêlane li herêma Sine. |
23 |
Zêrevan |
Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan. |
24 |
Zêrko |
Bi zêrê hatî çêkirin. |
25 |
Zewar |
Ziyaretker. Ewên ku diçin tewafa çak û pîran. |
26 |
Zeware |
Navê birayê Rostemê Zal e. |
27 |
Zêwer |
Bedewî. Xemilandin. Xwedî pile û paye. Navê helbestvanekî Kurd bû li Başûrê Kurdisatnê. |
28 |
Zêweran |
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo herêma Hayman a rexê Enqereyê hatine dûrxistin. |
29 |
Zêwerko |
Navê gundekî bûye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku xelkê wê dûr xistine û ereb danîne cihê wan de. |
30 |
Zeynel |
Erdê ku neft hebe. Gundek e li berê Mawet li Başûrê Kurdistanê. |