# Nav Mane
21 Mem Memik. Kurtkiriya navê Mihemed e. Navê evîndarê Zînê ye di pirtûka Ehmedê Xanî de.
22 Mera Navê çiyayekî ye li Sîdekan a Başûrê Kurdistanê.
23 Mêra Mezin. Gewre. Hezkirî. Cihê rêzê. Mêra yan mîtra navê peyamberê rêz û hezkirinê ne.
24 Mêran Piyawçak. Merdan.
25 Merd Wêrek. Netirs. Kesê ku malê xwe bibexşe xelkê û destê destengan bigire.
26 Merdan Çekûç. Karê bi pêmereyê (bêlçeyê). Mirovên azad û dilvekirî.
27 Merdox Nexweşiya ber bi mirinê ve. Xwedayê kevnara yê Babilê.
28 Merîwan Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
29 Merwan Navê kevn ê bajarê Merîwanê ye. Bajarê maran. Li Merîwanê zêde mar hene.
30 Mêrxas Mêrê wêrek û netirs. Mirovê baş.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!