# Nav Mane
281 Dalaho Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.
282 Dalanper Navê çiyayekî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku sala 1943an Komeleya J-K, Partiya Hîwa û Komeleya Xoybûnê li wir peymana sê sînor îmza kirin û xerîteya Kurdistanê destnîşan kirin û li ser pirsa Kurdistana mezin li hev kirin.
283 Dana Zana. Şareza. Aqilmend. Hişmend.
284 Danêr Hakim. Dadwer.
285 Daniyar Bexşende. Mirovê dest û dilbaz.
286 Dara Paredar. Heyî. Dewlemend. Maldar.
287 Darak Dewlemend.
288 Darêne Gundek e li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ku kadrê naskirî yê PDKÎ Simayîl Şerîfzade li wir hate şehîdkirin.
289 Darewan Kesê ku gelek peyt ji daran re diçe. Kesê serdikeve ser serê darên bilind.
290 Darko Darkunker.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!