261 |
Codî |
Cûdî. Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê. |
262 |
Colane |
Hêzûnke. Helork. Deydîk. Dêlekanê. Dardelekanê. |
263 |
Çolî |
Çol. Vala. |
264 |
Çoman |
Navê herêmekê ye li Başûrê Kurdistanê. |
265 |
Comerd |
Mirovên destvekirî. Mirovên merd ku hertim dixwazin destê xelkê hejar re bigrin û alîkariya wan bikin. |
266 |
Coşdar |
Bicoş. Bizewq. Bikeyf. |
267 |
Cotyar |
Cotkar. Kesê karê çandiniyê dike. |
268 |
Cûdî |
Çiyayekî Bakûrê Kurdistanê. Dibêjin gemiya hezretê Nûh li wir rawestiyabû û li Tewratê de jî behsê wê hatiye kirin. Di koka xwe de "Gotî" ye ku Ereban kiriye Cûdî. |
269 |
Daban |
Navê gevrî yan girekî ye li pişt çiyayê Pîremegrûn li rexê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê. |
270 |
Dabêj |
Kesê ku ard elek dike. Kesê ku bi gulleyan armanca xwe dihingêve (Be gulle daybêja: Bi gulleyan hingavt). |