231 |
Çelîng |
Gulbend. Giyayekî ciwan e. |
232 |
Çêliyan |
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran. |
233 |
Cembelî |
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de. |
234 |
Cengawer |
Kesê şer û cengê dike. Şervan. |
235 |
Cengî |
Şerker. |
236 |
Cengîn |
Bi hev re cengîn. Bi hev re şer kirin. |
237 |
Cengo |
Şerê piçûk. Mirovê şeranî. |
238 |
Çepek |
Kesê ku bi destê çep kar dike yan dinivîse. Gund an baxê dûrdest û dûr ji serê rê. |
239 |
Çeper |
Senger. Dîwarê ku ji dar û giyayê hişk hatibe çêkirin. Posteçî ku nameyan tîne û dibe. |
240 |
Cerbeze |
Cezrebe. Êş û azar. Harûhaj. Biwêr. Dildar. |