201 |
Bîranîn |
Bîrewerî. Serpêhatî. |
202 |
Birîndar |
Kesê ku birînek li ser laşê wî/wê hebe. |
203 |
Birwa |
Bawerî. |
204 |
Bizot |
Darê ku serê wî agir pê ve be. |
205 |
Boran |
Kirêwe, Kirofe, Bayê tund ku berf û baranê di nav xwe de lûl dide û dibe cihekî din. |
206 |
Borja |
Di navbera xew û şiyarbûnê de. Borexew. |
207 |
Botan |
Navê herêmekê ye li Bakûrê Kurdistanê. |
208 |
Bûran |
Bahoz, Tofan. |
209 |
Caban |
Ev peyv di koka xwe de (gawab yan cawan) bûye, û di zimanê kurdî de wateya şivanê ga yan gagelewan dide û li xwar Başûrê Kurdistanê jiyane, lê şûnwarê wan nemaye. Navê yek ji serdarên serdema Sasanî bûye di serdema Yezgird de. Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê Kurd ji wir hatine dûrxistin. |
210 |
Cabê |
Kurtkiriya navê Cabir. |