11 |
Sane |
Hesan. Kaxît. |
12 |
Santas |
Fermandarekî Mad bûye ku berpirsê hêza peya ya Kuruşê Hexamenişî bûye. Diya Kuruşê navê wê Mandana bû. |
13 |
Sapan |
Lîstika zarokane. |
14 |
Sardorîs |
Navê yekem paşayê Orarto bûye ku çiqek in ji çiqên kevn ên Kurd ku hevserdemê Asûriyan bûne û bi ser xaka Lolo de hukim kirine. |
15 |
Sarêj |
Cebirîna birînê. |
16 |
Saros |
Bajarek bûye li herêma navrûbaran (mezopotamiya) di serdema Madan de ku di nav xaka Kurdistanê de bûye, lê niha şûnwarê wê nemaye. Yek ji fermandarên Mad bûye di serdema Ejdehak de, ku li şerê digel Kuruşê Hexamenişî de hate kuştin. |
17 |
Sasan |
Zulmlêkirî. Navê yekem kesê avakerê malbata Sasaniyan. |
18 |
Sason |
Navê hozeke Kurd a navdar e û çiyayek e li Kurdistana jêr deshilata Tirkiyê. Şoreşa Şêx Seîdê Pîran li sala 1925an li wir dest pê kir. |
19 |
Savo |
Gulek e li herêma Badînan şîn dibe û gulên şîn, pembeyî û ... hwd derdike. |
20 |
Sawîr |
Sam. Metirsî. Biheybet di hemberî kesekî de. |