11 |
Gelyar |
Dostê xelkê. Hozek in ji tîreya Lor. |
12 |
Gemo |
Çiyayek e li herêma Qesra Şirîn li Kurdistanê. |
13 |
Gemşo |
Zoranbaz. |
14 |
Genco |
Rû li kesê genc û law. Ha genco! (Ha kurkê genc. Ha kurkê law). |
15 |
Gêomat |
Welatê moxan. Navê yek ji moxên Madan bû ku li dijî Daryoş serî hilda, lê bi ser neket û bi destê Daryoş hate kuştin, û serhildana wê jî ku Mad li piştê bûn hate serkutkirin. |
16 |
Gerdî |
Navê eşîrekî ye li Kurdistanê. |
17 |
Gernas |
Egîd. Wêrek. Qehreman. |
18 |
Gernas |
Şareza di geriyanê de. Dunyadîtî. |
19 |
Gerwan |
Geştwan. Kesê ku serûkarê wî digel geriyanê heye. |
20 |
Geşîn |
Sor û serhal. Pişkivîna gulê. |