| 11 |
Elwen |
Elwend. Peyt. Hem navê çiyayekî ye li Îranê, û hem jî navê rûbarekî ye li Xaneqînê. |
| 12 |
Endam |
Yek kes di nav lêjneyeke çend kesî de. |
| 13 |
Enêş |
Tirs û xof. Sam. |
| 14 |
Erasin |
Navê mamê Zerdeşt peyamhînerê Kurd bûye, ku wiha xuya ye di gundê xurrxurreya Mehabadê jiyabe. |
| 15 |
Erca |
Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê piştre hatiye teirîbkirin. |
| 16 |
Ercan |
Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê. |
| 17 |
Erdehan |
Erdêhan an jî Erdîxan bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye. |
| 18 |
Erdelan |
Mîrgeha Erdelan (1169-1867), navenda wê Rojhilatê Kurdistanê bû, û mîrnişîneke Kurdan bû ku piştî dewleta Merwaniyan (a Kurdan) ava bû. |
| 19 |
Erdena |
Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne. |
| 20 |
Erdeşêr |
Erdeşîr. Şêrê tûre û bihêrs. |