| 11 |
Dakaz |
Piştrastkirin. Piştevanîkirin. Qebûlkirina encama karê kesekî. |
| 12 |
Dakok |
Piştîvan. Layengir. |
| 13 |
Dalaho |
Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî. |
| 14 |
Dalanper |
Navê çiyayekî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku sala 1943an Komeleya J-K, Partiya Hîwa û Komeleya Xoybûnê li wir peymana sê sînor îmza kirin û xerîteya Kurdistanê destnîşan kirin û li ser pirsa Kurdistana mezin li hev kirin. |
| 15 |
Dana |
Zana. Şareza. Aqilmend. Hişmend. |
| 16 |
Danêr |
Hakim. Dadwer. |
| 17 |
Daniyar |
Bexşende. Mirovê dest û dilbaz. |
| 18 |
Dara |
Paredar. Heyî. Dewlemend. Maldar. |
| 19 |
Darak |
Dewlemend. |
| 20 |
Darêne |
Gundek e li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ku kadrê naskirî yê PDKÎ Simayîl Şerîfzade li wir hate şehîdkirin. |