11 |
Casene |
Gasene. Casene navê gundekî ye li nêzî gundê Qemçoxe ku herduk jî di navbera herdu çiyayên Sara û Ejdehak hilketine û nêzî gundê Kanîxan in. Li nêzî gundê Casene şikeftek heye ku bi şikefta Casene navdar e û nêzî gundê Sûrdaş e li nêzî bajarokê Dukan li herêma Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê. |
12 |
Casir |
Gaser. Bêtirs. Bejnbilind. |
13 |
Cazer |
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin. |
14 |
Cegerxwîn |
Cigerxwîn. Navê helbestvanekî herî navdar ê Kurdistanê ye. Kesê pir xemgîn be. |
15 |
Cêgir |
Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre. |
16 |
Cembelî |
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de. |
17 |
Cengawer |
Kesê şer û cengê dike. Şervan. |
18 |
Cengî |
Şerker. |
19 |
Cengîn |
Bi hev re cengîn. Bi hev re şer kirin. |
20 |
Cengo |
Şerê piçûk. Mirovê şeranî. |