11 |
Bargiran |
Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn. |
12 |
Barîsa |
Barist. Hindî (Bi qasî). (Barîsay ew male şitim heye). |
13 |
Barîse |
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê. |
14 |
Başar |
Xweragirtin, Pê karîn (Kes başarî nakat, wate: Kes pê nikare, Kes nikare li hember wî/ê de xwe ragire). |
15 |
Bastê |
Gundek e li ser sînorê di navbera Bane û Pêncwînê li rexê (Reşedê) li Başûrê Kurdistanê. |
16 |
Başwan |
Navê çiyayekî ye li Bane-Rojhilatê Kurdistanê. |
17 |
Bawan |
Mala Bavo. Bab û bapîr |
18 |
Bawer |
Bawerî. Bawer bike (xatircem be ku rast e). Di soranî de bo kewşenê navbera du zewiyan jî bi kar dibin. |
19 |
Baxle |
Tovdank. Tûrkê tovê ku tovê genim û ceh û ... hwd dikin tê de û piştre dibin bo reşandinê. |
20 |
Bazan |
Ew zerdeştiyên ku digel hatina îslamê bûne misilman. |