| 11 |
Ado |
Di serdemên kevn de navê Xwedayê “ba”yê bûye. Ev nav di nav Kurdê Rojavayê Kurdistanê û Kurdên Lubnanê de zêde heye. |
| 12 |
Adyabin |
Di serdemê Mad heya Sasaniyan navê herêmên Zaxo û Duhok û Akrê bûye. |
| 13 |
Aga |
Hişyar. Serwext. Zana û jîr. |
| 14 |
Agirî |
Çiyayê Agirî, çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye ku di nava sînorê Bakûrê Kurdistanê de ye. Bilindiya wî 5.137 mêtr e, û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye. |
| 15 |
Agirîn |
Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê. |
| 16 |
Agiro |
Agir. Agirê piçûk. |
| 17 |
Agom |
Paşayê Kasiyan û biraziyê (Olam Boryaş) bû ku karî dawî kelha Someriyan li peravê behrê wêran bike. |
| 18 |
Ahêr |
Agir. |
| 19 |
Ajak |
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî. |
| 20 |
Ajar |
Berhema zeviyê. |